Hêzên Ehmed Mesûd: Me ji sedî 60-65ê axa Pencsîrê xist kontrola xwe
10 îlon 2021 00:01
PeyamaKurd – Tevgera Talîbanê du roj berê ragihandibû ku wan tevahiya herêma geliyê Pencşîrê xistiye bin kontrola xwe, lê hêzên Berxwedanê yê Pencşîrê ku Ehmed Mesûd ê kurê Şah Mesûd rêbertiya wan dike, red dikin ku herêma Pencşîrê bi temamî ji aliyê Talîbanê ve hatibe kontrolkirin.
Berdevkê eniya berxwedanê Elî Nîzarî ji televizyona CNN a amerîkî re ragihandiye ku çekdarên eniya berxwedanê ji sedî 60-65 ji axa Pencşêrê xistine bin kontrola xwe.
Elî Nîzarî daye zanîn ku wan hemû cihên stratejîk li Pencşêrê xistine bin serweriya xwe û gotiye, di şer navbera hêzên berxwedanê û tevgera Talîbanê de zirarên mezin gihane hêzên Talîbanê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Hêzên Ehmed Mesûd li Pencsîrê 7 endamên Talîbanê kustin
31 tbx 2021
Kurdistan
Ehmed: Hêzên Şera peyman binpê kirin
17 rbn 2026
Kurdistan
Îlham Ehmed: Hêzên Şamê li dijî Kurdan şer îlan kirin
07 rbn 2026
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin