Hezar û 900 keştî li Tengava Hurmuzê asê mane
Ji destpêka şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ve, nêzîkî hezar û 900 keştiyên bazirganî li Tengava Hurmuzê û deverên derdora wê, bi taybetî li Kendava Basrayê, asê mane.
RûpelNews - Piştî şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê ku 28ê Sibatê dest pê kir û hêj didome li ser Tengava Hurmuzê bazirganiya bi keştiyan pêk dihat bi temamî sekinî.
Piraniya keştiyan li deryaya li ber peravê sekinîne
Keştiyên li herêmê yên ku diviyabû di Tengava Hurmuzê re derbas bibin, lê ji ber şer li derdora tengavê, bi taybetî jî li Kendava Basrayê, asê mane. Hejmareke mezin a keştiyan li deryaya li ber peravê rawestiyane.
Berdevkê Fermandariya Navendî ya Hatemu'l Enbiya—Yekîneya Hêzên Çekdar ên Îranê Îbrahîm Zulfikarî, y ragihand ku tu sazî an jî aliyekî girêdayî Amerîka an Îsraîlê ye ji tengavê derbasbûn ji wan re qedexe ye.
Di tankerên li Tengava Hurmuzê asê mane de 190 milyon varîl petrola xav heye
Çavkanî: AA
