Hêza Delta di 30 deqeyan de Maduro girt

03 rêbendan 2026 15:24

Piştî daxuyaniya Donald Trump a li ser girtina Nicolás Maduro, hûrgiliyên operasyona veşartî ya bi navê kod "Southern Dart"ê derketin holê.

Hêza Delta di 30 deqeyan de Maduro girt
Nivîskar: Salih Turan

EuronuNews- Hate ragihandin ku yekîneyeke ji tîmên taybet ên Artêşa Amerîkayê, ku wekî "Delta Force" an jî "Artêşa Siyê" tê nasîn, serê sibê li paytext Karakasê operasyoneke birûskî pêk anî. Hat ragihandin ku operasyona ketina qesra serokatiyê û girtina Maduro kêmtir ji 30 deqeyan dom kiriye. Tîmên Delta Force bi helîkopterên veşartî (stealth) û piştî neçalakkirina binesaziya ragihandinê, karîn kordona ewlehiyê ya giran bibirrin û Maduro bêbandor bikin.

Delta Forceya ku di sala 1977an de li ser modela SASê ya Brîtanyayê hatiye damezrandin, di dîroka xwe de gelek operasyonên krîtîk ên li dijî serok û rêberên cîhanê bi rê ve birine. Her çend di destpêkê de bi têkçûna operasyona "Eagle Claw"ê ya li Îranê (1980) hatibe naskirin jî, vê yekeyê paşê di girtina Manuel Noriega (1989), girtina Sedam Husên (2003) û kuştina Ebûbekir el-Bexdadî (2019) de rolên sereke lîstin. Operasyona dawî ya li Karakasê, wekî serkeftineke nû ya Fermandariya Operasyonên Taybet ên Hevbeş (JSOC) tê nirxandin.

Hate ragihandi ku amadekariyên vê operasyonê ji sala 2025an ve li herêma Karayîban bi awayekî veşartî dihatin kirin. Şiyana Delta Force ya gihîştina armancên astbilind di demeke kurt de, careke din bal kişand ser hêza leşkerî ya Amerîkayê di qada navneteweyî de. Heta niha Maduro û jina wî di bin kontrola vê yekeyê de ji welêt hatine derxistin û ber bi cihekî ne diyar ve hatine birin.