Hêza Asayîsa PYDê 3 endamên ewlehiya rejîma Sûriyê desteser kir

07 berfanbar 2021 14:30
Hêza Asayîsa PYDê 3 endamên ewlehiya rejîma Sûriyê desteser kir

PeyamaKurd – Çavkaniyek diyar dike, hêza Asayîşa PYDê, 3 endamên ewlehiya rejîma Sûriyê desteser kir û hêzên rejima Sûriyê jî berpirsekî PYDê desteser kirine.

Çavkaniyeke agahdar ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê eşkere kiriye, hêzên asayîşa PYDê 3 endamên ewlehiya rejîma Sûriyê desteser kirine û di beramber jî de li xaleke kontrolê hêzên rejîma Sûriyê jî berpirsekî rejîma Sûriyê desteser kirine û ber bi cihekî nediyar ve birine.

Li gor zanyariyan, ew kesê hatiye revandin berpirsekî PKKê ye ji bo wergirtina çareseriya bijîşkî hatibû Sûriyê.