Heyeta Kurdistanê besdarî civîna NY ya li Cenevê dibe
07 mijdar 2019 19:49
PeyamaKurd - Şandeke Herêma Kurdistanê digel şanda hikûmeta Iraqê beşdarî civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li ser rewşa mafên mirovan dibe.
Kordînatorê mafên mirovan yê hikûmeta herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî, ji medya Kurdistanê re ragihand ku roja 11ê Mijdarê encûmena mafên mirovan ya NY dê li bajarê Cenevê yê Swîsre bicive.
Zêbarî diyar kir ku şandeke hikûmeta Iraqê jî dê beşdarî wê civînê bibe û di nav wê şandê de şandeke Herêma Kurdistanê jî heye.
Dîndar Zêbarî li ser naveroka civînê jî got, şanda Iraqî-Kurdistanî dê behsa mijarên mîna rewşa koçberan û vegera wan bo ser warên xwe, girtiyên DAIŞê, mexdûrên DAIŞê û hine babetên din bikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Hikûmeta Kurdistanê besdarî civîna NY ya li Cenevê dibe
26 cot 2022
Jiyan
Bruksel | Herêma Kurdistanê besdarî Konferansa Bexsê li ser Sûriyeyê bû
18 adr 2025
Kurdistan
Civîna APIKUR û wezaretên Iraq û Kurdistanê bê encam bidawî bû
06 adr 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin