Hewramî: Civîna do ya serokatiyên Herêma Kurdistanê ji bo hemahengiyê bû

01 adar 2022 17:00
Hewramî: Civîna do ya serokatiyên Herêma Kurdistanê ji bo hemahengiyê bû

PeyamaKurd Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî diyar kir, civîna do ya serokatiyên Herêma Kurdistanê ji bo hemahengiyê bû, hemû aliyek bi rêya xwe ve kar dike ji bo biryara Dadgeha Federal bandorên wê bên kêmkirin.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê îro di civîneke çapemeniyê de da zanîn, biryara Dadgeha Federal a derbarê yasaya neft û gaza Herêma Kurdistanê de, ne destûrî ye. Dikarî xalekê red bike, lê desthilata wê dadgehê tune hemû yasayê red bike.

Hêmin Hewramî eşkere kir, berê aliyên siyasî li Parlamentoya Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê radiwestiyan, niha jî bi rêya Dadgeha Federal ve, li dijî Herêma Kurdistanê radiwestin û destnîşan kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan hemaheng dibin û her du hikûmet di derbarê vê de li ser xetê ne û li Parlamentoya Kurdistanê jî erkê xwe yê yasayî wê cihbicih bike.”

Hêmin Hewramî herwiha da zanîn: “Dadgeha federal bixwe nedestûrî ye û pêkhateya wê berevajî destûrê ye. Em ê hewl bidin ew dadgeh bi yasayekî nû û pêkhateyeke nû ve bê nûjenkirin.’’

Hewramî herî dawî destnîşan kir: “Wek parlamento jî em ê hewl bidin deriyekî bibînin ji bo ku çareseriya wê pirsgirêkê heyama yasayî ya komîsyonê bikin û yasaya hilbijartinê jî bi rêya rêkeftina fraksiyonan ve nûjen bikin.”