Hewlêr û Bexda: Nabe axa me bibe cihê êrişan

06 adar 2026 16:31

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi rêya têlefonê de li ser rewşa ewlehiyê ya herêmê û pêşketinên dawî gotûbêj kirin. Her du aliyan tekez kir ku xaka Îraqê û Herêma Kurdistanê nabe were bikaranîn ji bo êrîşkirina ser welatên cîran.

Hewlêr û Bexda: Nabe axa me bibe cihê êrişan

RûpelNews - Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Îraqê ragihand ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi telefonê axivîn û rewşa siyasî û ewlehiyê ya herêmê nîqaş kirin. Di vê gotûbêjê de, pêşketinên dawî yên ewlehiyê û bandora operasyonên leşkerî yên li ser Îraqê hatin nîqaşkirin.

“Divê rê li ber êrîşan were girtin”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du alî tekezî li ser redkirina binpêkirinên ku bajarên Îraq û Herêma Kurdistanê dikin hedef. Her wiha hat diyarkirin ku divê rê li ber bikaranîna xaka Îraqê ji bo êrîşên li dijî welatên cîran were girtin.

Rûbirûbûna astengiyên ewlehiyê

Di beşeke din a axaftinê de, Sûdanî û Barzanî piştgirî dan hemû hewildanên ku armanca wan xurtkirina aramî û ewlehiyê ya herêmê ye. Her du alî bal kişand ser girîngiya yekîtiya helwest û gotara hêzên niştimanî ji bo parastina serweriya welêt û rûbirûbûna astengiyên ewlehiyê.

Hat destnîşankirin ku yekîtî û hevkarî di nav hêzên siyasî de ji bo parastina ewlehiya niştimanî û aramiya herêmê girîng e.