Hewlêr û Bexda ji bo çareserkirina kêşeya benzînê dicivin

13 tebax 2026 13:14

Ji bo çareserkirina kêşeya benzînê ya li Herêma Kurdistanê, îro li Bexdayê du civînên girîng tên encamdan. Herwiha şandeke Wezareta Samanên Sirûştî jî bi armanca zêdekirina pişka petrola xav serdana paytexta Iraqê dike.

Hewlêr û Bexda ji bo çareserkirina kêşeya benzînê dicivin

RûpelNews - Parlamenterê Iraqê Sîpan Şêrwanî ragihand, Komîsyona Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê îro 13ê Tebaxa 2026an bi berpirsên Wezareta Petrolê û kompanyaya SOMO re dicive. Di vê civînê de, dê dabeşkirina benzînê û rêkarên bikaranîna wan 50 hezar bermîlên petrola xav ên ku ji bo Herêma Kurdistanê hatine veqetandin, werin guftûgokirin.

Gelo di dema krîzan de sê SOMO bikaribe çi gavan biavêje?

Şêrwanî diyar kir, di civînê de dê ji rêveberê kompanyaya SOMOyê derbarê qebareya berhemhênan û hinardekirina petrola Iraqê (bi rêya Besra û Îranê) de agahiyên hûr werin xwestin. Armanc ew e ku were zanîn gelo SOMO dikare di dema krîzan de çi gavan ji bo dabînkirina sotemeniyê biavêje.

Herwiha îro "Komîteya Demkî ya ji bo Çareseriya Benzînê ya Herêmê" bi Rêveberê Giştî yê Berhemên Petrolî yên Iraqê û nûnerê Wezareta Petrolê re dicive. Mijara sereke ya vê civînê jî, zêdekirina pişka Herêma Kurdistanê û hêsankirina rêkarên gihandina benzînê ye.

Rojan 50 hezar bermîl petrola xav tê veqetandin

Li gorî peymanên niha, rojane 50 hezar bermîl petrola xav ji bo pêdiviyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê tê veqetandin. Lê belê ev bir kêm e; ji ber ku li gorî amaran, ji bo Kurdistanê rojane nêzîkî 7 mîlyon lître benzîn pêwîst e.

Ji ber ku hikûmeta Iraqê piştgiriya darayî nade benzîna Kurdistanê, bihayê benzînê li westgehan bilind bûye û barê şofêran giran kiriye. Şandeya Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêmê jî bi vê mebestê diçe Bexdayê, daku daxwaza zêdekirina vê pişkê bike.

Projeyeke nû tê amadekirin

Her di vê derbarê de, zêdetirî 160 parlamenterên Iraqê îmze kom kirine û projeyek pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê kirine.

Di projeyê de du daxwazên sereke hene, ew jî zêdekirina pişka petrola xav a Herêma Kurdistanê ji bo 140 hezar bermîlan, yan jî, şandina benzîna bi bihayê dewletê rasterast ji Bexdayê bo westgehên Herêma Kurdistanê.(K24)