Hewlêr | 3 kes di encama sedemeke civakî de hatin kustin
PeyamaKurd – Li nahiya Herîrê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, 3 kes di encama sedemeke civakî de hatin kuştin.
Li gor zanyariyan; vê êvarê li nahiya Herîrê 3 kesên ji malbatekê, ji aliyê kesekî ve li nav bazarê hatin kuştin, ku yek ji wan karmendê asayîşê ye.
Zanyarî eşkere dikin; ew 3 kesên hatine kuştin, çend sal berê ajalên xwe ji bo çêrandinê birine çiyayê Benî Herîr, kesê ku îro sê kes kuştin, wê demê bi otomobîla xwe di nav ajalan re derbas dibe û li wan dixe, wê çaxê yek ji van kuştiyan gulle berdide û şer û pevçûn di navbera wan de çêdibe, çend carên din jî gulle berdidin mala hev û bi awayekî berdewam gefa kuştinê li hev dixwin û pirsgirêka wan berdewam dibe.
Herwiha hat zanîn, do kujer bi otomobîlê rê li ber wan 3 kesan girtine û ew kuştine.
Herwiha hat diyarkirin, her sê kuştî pismamên hev in û niha hîn jî li çiyayê Benî Herîr pirsgirêk berdewam e û ji ber teqeyan, 2 polîs jî di vê bûyerê de birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin