Hewlêr | 5emîn Tûrnûvaya Kisikê ya Barzanî dest pê kir
15 adar 2025 11:38
PeyamaKurd – 5emîn tûrnûvaya şampiyoniya cîhanî ya kişikê ya Barzanî doh Înê bi beşdariya gelek berpirsên hikimî û hizbî, konsulên welatên biyanî li Hewlêrê û komeke bijarte ya kişikbazên Kurdistanî û cîhanî dest pê kir.
Tûrnûvaya ku her sal ji bo bîranîna rojbûna nemir Mela Mistefa Barzanî tê lidarxistin, îsal bi hemahengiya Klûba Siwarî ya Navdewletî ya Hewlêrê, Klûba Kişikê ya Xanzad û Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî tê lidarxistin.
Di çapa îsal de lîstikvanên ji temenên cuda, li gel çend pêşbazên navneteweyî hene.
Tûrnûva dê 2 rojan bidome, di encamê de serkeftî dê xelatên hêja wergirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Magazîn
Bi besdariya Serok Barzanî Pêsangeha Pirtûkan a Hewlêrê vebû
03 nsn 2019
Magazîn
Li Hewlêrê turnûvaya Kisikê
18 nsn 2018

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin