Hevserokê PYDê: Tirkiye plana dagirkirinê dike, em ê bersivê bidin
PeyamaKurd – Hevserokê PYDê Şahoz Hesen ji ajansa Associated Press (AP) re axivî û diyar kir ku daxuyaniyên dawî yên Tirkiyê wekî plana dagirkirina herêma wan xuya dikin û ew dê bi hemû hêza xwe bersiva wan bidin.
Şahoz Hesen got, “Em xwe amade dikin ku li hemberî gefên Tirkiyê bi berxwedanê bersivê bidin. Dema êrîş bikin em ê bersivê bidin.”
Hesen li ser serdana John Bolton a Tirkiyê jî diyar kir ku dê li demên pêş encamên wê serdanê zelal bibin û got, “Pêwendiya Kurdan bi Rûsya û hikûmeta Sûriyê re heye û dibe bigihin rêkeftinekê.”
Hesen destnîşan kir, “Heta niha destwerdaneke Tirkiyê çênebûye, lê heger mudaxele bibe hem ji aliyê siyasî û dîplomatîk hem jî bi pêwendiya hemû aliyan re ew dê amade bin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin