Hevseroka DEMê li ser dema banga Ocalan daxuyanî da
PeyamaKurd – Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiye ya Gelan (DEM Parti) Tulay Hatimogullari, li ser bangewaziya Abdullah Ocalan ya tê çaverêkirin axivî.
Hatimogullarî ji medyakaran re got, banga Abdullah Ocalan dê dawiya meha Sibatê, yan jî serê Adarê bê kirin û li ser hevdîtinên şanda DEM Partiyê yên li Herêma Kurdistanê jî diyar kir ku di civînan de atmosfereke erênî hebû.
Hevseroka DEM Partiyê got: “Peyam û civînên erênî yên şanda me li Herêma Kurdistanê, ji aliyê DEM Partiyê ve jî bi dilxweşî hat pêşwazîkirin. Piştî hatina şandê, em ê civîneke şêwirmendiyê bikin, paşê em ê dîtinan bigihînin Abdullah Ocalan, bê guman dê bangawaziyeke Ocalan jî hebe.”
Hatimogullari eşkere kir: “Em li bendê ne ku bangawazî di dawiya meha Sibatê yan destpêka meha Adarê de be. Di hevdîtinên borî de gotibû, ew amade ye bi her awayî alîkariya çareserkirina pirsa Kurd bike.”
Herwiha Hatimogulları got: “Em pêşbînî dikin naveroka bangawaziya Ocalan derbarê derxistina pirsa Kurd ji zemîna tundûtûjî û şer bo zemîneke siyasî û yasayî be.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin