Partiya DEMê bersiva banga Bahçelî ya ji bo Ocalan da
PeyamaKurd – Partiya DEMê bersiva daxuyaniya serokê giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ya ‘Ocalan’ da. Hevseroka Giştî ya DEMê Tulay Hatimogullariyê got, “Divê tecrîd bê rakirin.”
Hevseroka giştî ya DEMê Tulay Hatîmogullariyê, têkildarî daxuyaniya serokê giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ya ‘Ocalan’ got, “Em çareseriyê ji kesî naxwazin. Ji bo aştiya birûmet em amade ne ku însiyatîfê wergirin.”
Di civîna heftane ya koma partiye de Hatîmogûllariyê got: “Siyaseta derve ya AKPyê îflas e. Çareseriya pirsgirêka kurd diyar e. Mixatabê aştiya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê birêz Abdullah Ocalan e ku li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Çareseriya pirsgirêka kurd Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê ye, di meclîsê de û di siyasetê de mixatab Partiya DEMê ye. Ger ku destpêkek be divê tecrîd bê rakirin. Pûsûlaya çareseriya pirsgirêka kurd mizakereyên demokratîk e.”
Tulay Hatimogullariyê ev îfade bi kar anîn:
Em çareseriyê ji kesî naxwazin. Ji bo aştiya birûmet em amade ne ku însiyatîfê wergirin. Divê demildest tecrîd bê rakirin. Me bal kişand ser tiştên ku Bahçelî der barê rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan de diyar kirine. Mafê hêviyê, ew tişt e ku em ji mêj ve behsa wê dikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin