'Hêvîdarim di sala nû de Kurdistan ji hemû pêshatên nexwes û nexwestî parastî be'

31 berfanbar 2019 19:07
'Hêvîdarim di sala nû de Kurdistan ji hemû pêshatên nexwes û nexwestî parastî be'

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, peyameke pîrozbahiyê ji bo sala nû ya 2020an belav kir.

 Mesrur Barzanî di peyama xwe de got; “Bi boneya serê sala zayînî, pîrozbahiyeke germ li hevniştimanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im sala nû, saleke hemû xweşî, aştî, dawîhatina azaran û nearamiyê li navçeyê be.”

Serokwezîr Barzanî di berdewamê de diyar kir, “Hêvîdar im di sala nû de Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikare karnameya xwe bi baştirîn awa bicih bike û xweşguzarî û geşepêdana aborî di hemû waran de peyda bibe, ji bo bikaribe xizmeteke hêjayî pêşkêşî welatiyên Herêma Kurdistanê bike, bêgûman ev jî girêdayî ye bi rewşa Iraq û bicihbûna aştî û aramiyê li navçeyê.”

Mesrûr Barzanî di dawiyê de got: “Hêvîdar im bi piştevaniya xwedayê mezin û xelkê niştimanperwer û dilsoz, Kurdistan ji hemû pêşhatên nexweş û nexwestî parastî be.”