Hevdîtineke 'dostane' di navbera dijminên berê de

08 nîsan 2026 13:27

Fermandarê berê yê HSD ku niha Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Sûriyê Sîpan Hemo, û Fermandarê Herêma Bakur ê Tirkmen Fehîm Îsa hevdîtin kir. Hemo der barê hevdîtinê de got: “Hevdîtineke dostane bû.”

Hevdîtineke 'dostane' di navbera dijminên berê de

RûpelNews - Du kesayetiyên navdar ên leşkerî yên ku demeke dirêj e li Sûriyê dijberê hev bûn in, cara yekem e rû bi rû li hev civiyan û bi hev re wêne girtin.

Cîgirê Wezîrê Parastinê û Fermandarê Herêma Rojhilat Sîpan Hemo û Cîgirê Wezîrê Parastinê û Fermandarê Herêma Bakur Fehîm Îsa yê Tirkmen kom bûn.

"Hevdîtineke dostane"

Hemo, ev hevdîtin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand û daxuyaniyekê da.

Hemo di parvekirina xwe ya bi Erebî ya derbarê hevdîtinê de got, "Îro min serdana Fermandariya Herêma Bakur kir û bi Fermandarê Herêmê Fehîm Îsa re hevdîtineke dostane pêk anî."

Ev hevdîtina navbera Sîpan Hemo û Fehîm Îsa, wekî nîşaneya xurtkirina hemahengî û hevkariya leşkerî ya li herêmê tê şîrovekirin.

Kesayetekî nêzîkî Devlet Bahçeli

Fehîm Îsa fermandarekî Tirkmen ê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê  ye ku nêzîkî Tirkiyeyê ye. Îsa berê jî serdana serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), Devlet Bahçeli, kiribû ku ev serden bûbû rojev.