Heta niha li Kazakistanê 8 hezar kes hatine desteserkirin

10 rêbendan 2022 17:30
Heta niha li Kazakistanê 8 hezar kes hatine desteserkirin

PeyamaKurd Wezareta Karen Navxweyî ya Kazakistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, heta niha (10ê Çileyê) 7939 kes hatine desteserkirin.

Li gor hat ragihandin, piştî rojan li parêzgeha Almatiyê ya paytext,, înternet jî hatiye berdan.

Herwiha bîlançoya zelal a xwepêşandanan nayê zanîn. Li gorî hin çavkaniyan, herî kêm 160 kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

Di 2yê Çileyê de ji ber ku bihayê LPGê zêde bû, xwepêşandanên xurt hatin destpêkirin û ev xwepêşandan li hemû welat belav bû.