YSK: Heta niha pirsgirêk nehatine ragihandin
PeyamaKurd- Serokê Giştî yê Saziya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK) Ahmet Yener, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku qedexeya weşanê ya li ser hilbijartinan, bi dawî bûye.
Piştî proseya dengdayîna li seranserê bajarên bakur û Tirkiyeyê, saet di 17:00an de bi dawî bû, Serokê Giştî yê YSKê Ahmet Yener, bi navbeynkariya çapemeniyê ragihand ku qedexeya weşanê ya li ser hilbijartinan, îro saet di 18:30an de bi dawî bûye.
Serokê YSKê di daxuyaniyê de bal kişand ser hawira hilbijartinê û diyar kir ku di derbarê hilbijartinan de heta niha ji bo saziya wan rewşeke neyînî nehatiye ragihandin.
Ahmet Yener got, “Li seranserê welêt, di dema dengdayînê de muşahîdekî û 2 welatiyan ji ber qeyrana dilî can dane. Ez ji bo malbatên van welatiyên me sersaxiyê dixwazim.”
Yener bi berdewamî ji partiyên siyasî, şaxên saziyê yên bajar û navçeyan û hemû peywirdar û rayedarên ku piştgiriyê kirine, spasî kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin