Heşdî Şebî hat bombebarankirin: Kuştî û birîndar hene
Hêzên Amerîka û Îsraîlê li bajarê Enbarê yê Iraqê hin binkeyên Heşdî Şebî bomberan kirin. Li gorî zanyariyên hejmareke rêveber û endamên Heşdî Şebî hatin kuştin.
RûpelNews - Êrişên hêzên Amerîka û Îsraîlê yên li ser hêzên ser bi Îranê ve ne berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de baregehên Heşdî Şebî yên li nêzîkî deriyê sînorî yê qezaya Qaîmê (Enbar) hatin bombebarankirin.
Ji aliyê Heşdî Şebî ve jî ev êriş hat piştrastirin. Li gor ragihandina Desteya Heşdî Şebî, berbangê vê sibehê Lîwaya 45an a ser bi Fermandariya Operasyonên Cezîre ve hatiye bomberankrin.
Amarên qurbaniyan
Li gorî zanyariyan, di encama vê êrîşê de çekdarekî Heşdî Şebî hat kuştin û 4 çekdarên din jî birîndar bûn. Her wiha hat ragihandin ku karmendekî Wezareta Parastinê ya Iraqê jî di wê êrîşê de birîndar bûye.
