Hesda Seibî gef li komîsyona hilbijartinên Iraqê xwar

03 cotmeh 2021 20:36
Hesda Seibî gef li komîsyona hilbijartinên Iraqê xwar

PeyamaKurd – Komisyona serbixwe ya hilbijardinên Iraqê ragihandiye ku çekdarên milîsên Heşdî Şeibî nikarin di dengdana taybet de (Dengdana hêzên çekdar) deng bidin û li ser biryarê jî serkirdeyekî milîsên Heşda Şeibî gefa êrîşan xwar.

Berpirsê pêwendiyên ragihandinê yê mîhwera bakur ê Heşdî Şabî Elî Haşim Huseynî, ji ŞefeqNewsê a Iraqê re daye xuyakirin, biryara komisyonê bêbingeh e û pêwîst bû mehek beriya niha ew bihatina agahdarkirin daku wan ew rêgiriyên pêwîst bistanda.

Elî Haşim Huseynî gotiye, biryara komisyona serbixwe ya hilbijardinê beşek e li dijî plangeriya şerên li dijî Heşdî Şeibî û hewleke ji bo bêhêzkirina wê.

Elî Haşim Huseynî gefa êrîşê li komisyona hilbijartinê xwar û ragihand, wê bersiveke yekalîker a mezinî Heşdî Şeibî hebe ji bo biryara komîsyonê.

Li gorî biryara komîsyona hilbijartinê wê 8ê Cotmehê du roj beriya dengdana giştî (10 Cotmeh 2021) hêzên emnî û leşkerî yên Iraqê di proseya dengdana taybet de dengên xwe bidin.