Hesabê Mazlûm Ebdî li Tirkiyê hat astengkirin
PeyamaKurd – Hesabê twitterê yê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî (Kobanî) ku 24ê Cotmehê piştî pêwendiya telefonî ya ligel Serokê Amerîka Donald Trump vekiribû û piştre jî wekî hesabê fermî ji aliyê Twitterê ve hatibû îşaretkirin li Tirkiyê hat astengkirin.
Hesabê Mazlûm Ebdî yê twitterê li Tirkiyê dema tê vekirin, li ser nivîsa ‘Hesab hatiye astengkirin’ dinivîse û parvekirinên wî jî xuya nakin.
Trump pêwendiya telefonî pesnê Ebdî dabû û hesabê wî jî li ser twitterê nîşan kiribû û belav kiribû.
Medya Tirkiyê jî piştî ku Trump pesnê Mazlûm Ebdî dabû û hesabê wî jî wekî hesabê fermî hatibû nîşan kirin, di nûçeyên xwe de, ev yek wekî skandal binav kiribû.
Tê gotin ku hesabê Ebdî li ser daxwaza rayadarên Tirkiyê û dadgehên wê hatiye astengkirin ku Tirkiye Mazlum Ebdî wekî ‘terorîst’ pênase dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin