Herêma Kurdistanê serokê dewleta nû yê Îmratan Al Nahyan pîroz kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîr Mesrûr Barzanî serokê nû yê Îmaratan Muhammed bin Zayid Al Nahyan pîroz kirin.
Piştî wefata serokê berê yê Îmaratan Şêx Xelîfe bin Zayid Al Nahyan welîahd Prens Şêx Muhammed bin Zayid Al Nahyan serokê Îmaratan hat hilbijartin. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema hilbijartina Al Nahyan peyameka pîrozbahiyê jê re şand. Barzanî di peyama xwe de weha got:
“Ez birayê xwe yê hezkirî Şêx Muhammed bin Zayid Al Nahyan ji ber ku ji bo serokatiya Îmaratan hatiye hilbijartin pîroz dikim û di karê wî de jê re serkeftinê dixwazim. Hêvî dikim ku xelkê bira yê Îmaratan di nav ewlehiyê, refah û hûzûrê de bijîn. Dixwazim di bin serokatiya wî ya zanistî de, di navbera me de hevkariya zêde û xebatên hevpar dewam bikin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de ji bo serokê nû yê Îmaratan weha got:
“ Ez bi dilgermî hilbijatina serokê Îmaratan Şêx Muhammed bin Zayid Al Nahyan pîroz dikim. Em çaverê ne ku têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratan xwurt bikin. Di karê wî yê nûh de jê re serkeftinê dixwazim.”
Konseya Îmaratan ku ji 7 emaratan pêkhatiye, bi sedema ku do Şêx Xelîfe bin Zayid Al Nahyan wefat kir dişûna wî de welîahd pernsê Abû Dabiyê Şêx Muhammed bin Zayid Al Nahyan hilbijart.
Dewletê ji bo 40 rojan şîn ragihand ku û 3 roj jî temamê daîre, dezge û rêxistinên fermî û taybet tatil îlan kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin