Herêma Kurdistanê dê bibe endama Enstîtuya Polîtîkayên Koçberiyê ya YEyê
PeyamaKurd – Navenda Hevbeş a Hevahengiya Kirîzan ragihand ku Herêma Kurdistanê bo cara yekem dê bibe endama Enstîtuya Polîtîkayên Koçberiyê ya Yekîtiya Ewropayê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku navenda Hevahengiya Krîzan a Herêma Kurdistanê bi fermî bûye endama Enstîtuya Polîtîkayên Koçberiyê ya Yekîtiya Ewropayê ye û her 27 saziyên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên koçberan û hemû kesên ku li ser koçberan projeyan pêşkêş dikin, endamên vê enstîtuyê ne.
Di daxuyaniyê de bal ji bo yekê hatiye kişandin ku tecribeya Herêma Kurdistanê weke yek ji wan ezmûnên serkeftî hatiye nirxandin.
Li aliyê din, seroka Navenda Hevbeş a Hevahengiya Krîzanan a Herêma Kurdistanê, Sîrwa Resûl û Dilawer Ajgeyî ku nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye li YEyê, li Brukselê beşdarî civîna Enstîtuya Polîtîkayên Koçberiyê ya YEyê bûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin