Hemû belgeyên Referandûma Serxwebûnê dikevin Arsîva Dîroka Kurdistanê
PeyamaKurd - Rêveberê giştî yê amaran li komîsyona bilind a serbixwe ya hilbijartin û rapirsiyê li Herêma Kurdistanê Karwan Celal ragihand ku hemû belge, kaxez û mohrên roja 25ê Îlona 2017an ango Rojava Referandûma Serxwebûna Kurdistanê hatine arşîv kirin.
Li gor nûçeya BasNewsê Karwan Celal da xuyakirin: “Hemû pênûs û kaxez û kabîne û mohr û îmzayên rêveberan ên roja referandûma serxwebûna Kurdistanê mane û ji aliyê komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartin û rapirsiyê ve wek arşîv hatine rakirin.”
Wî diyar kir, “Min bixwe serpereştiya tomar kirin û rêxistina beşek ji wan belgeyan kir û me daxwaz ji hikûmetê kiribû ku cihek bo wan dokumentan diyar bike, ku wek arşîva netewî bimîne.”
Karwan Celal da zanîn, “Hemû kartên dengdanê û ewên ku deng dane wekî xwe mane, wek dokumentekî dîrokî dê bên rakirin, ku di pêşerojê de ji xelkê re bê ronî kirin ku tiştekî pir giring di wê rojê de pêkhatiye.”
Celal daye xuyakirin ku ew dokument li cihekî hatine rakirin û parastina wan jî tê kirin ku hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze wan hemû amûran rabike û bike navendeke arşîva dîrokî ya Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin