Hemû belgeyên Epstein dê bêsansur bên weşandin
Li gorî nameyeke ku ji aliyê Wezareta Dadê ya DYAyê ve ji endamên Kongreyê re hatiye şandin, kopyayên bêsansur ên 3 milyon rûpelên dosyeyên Epstein ku bi raya giştî re hatine parvekirin, dê ji roja duşemê pê ve ji bo vekolîna Kongreyê berdest bibe.
Li gorî nameyeke ku ji aliyê Cîgirê Dozgerê Giştî yê Dewletên Yekbûyiyên Amerîkayê (DYA) Patrick Davis ve ji endamên Kongreyê re hatiye şandin, kopyayên bêsansur ên dosyeyên Jeffrey Epstein ên ku bi raya giştî re hatine parvekirin, dê ji roja duşemê ve ji bo vekolînê berdest bin.
Li gorî raporeke Ajansa Associated Press (AP), belge dê hem ji bo endamên Encûmena Pîran hem jî bo Senatoyê berdest bin.
Ji endamên Kongreyê dê were xwestin ku belgeyan bi xwe li avahiya Wezareta Dadê binirxînin. Destûr ji bo telefonên desta, komputer an jî her amûreke din a elektronîkî li odeya xwendinê dê nayê dayîn. Endamên ku dixwazin belgeyan binirxînin divê herî kêm 24 saetan berê randevûyekê bistînin û hatiye ragihandin ku endam dê tenê karibin xwe bigihînin kopyayên elektronîkî yên belgeyan û notan bigirin.
Li gorî raporê, endamên Kongreyê dê karibin zêdetirî 3 milyon belgeyên ku li ser înternetê hatine weşandin bêsansur binirxînin. Lêbelê ne hemû belgeyên ku di destê Wezareta Dadê de ne û hejmara wan nêzîkî 6 milyon e, dê berdest nebin.
Biryara navborî piştî rexneyên tund hat dayîn, piştî ku Wezareta Dadê di 30ê Çileyê de bi qasî 3 milyon belge, 2,000 vîdeo û 180,000 wêne bi raya giştî re parve kiribû. Sansura giran a li ser piraniya belgeyên hatine parvekirin û veşartina nehevgirtî ya hin agahiyên hestiyar bûbû sedema nîqaşê. Kongresmanê Demokrat Ro Khanna û Nûnerê Komarî Thomas Massie di nav wan kesan de ne ku daxwaz dikin ku hemû belge bêsansur werin weşandin. Di daxuyaniyên berê de her du parlamenteran pêvajo rexne kiribûn û destnîşan kiribûn ku hin beş bi giranî hatine sansurkirin, lê navên hin qurbaniyan qet nehatine veşartin.
Khanna diyar kir ku eger hemû dosye neyên eşkerekirin, ew dikarin gavên tundtir bavêjin û tekez kir ku ev pêvajo di eşkerekirina wê yekê de ku dozên Epstein û Ghislaine Maxwell çawa hatine birêvebirin, pir girîng e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin