Hemasê ji bo serbestberdana koça duyemîn a girtiyan dem diyar kir
20 rêbendan 2025 03:03
PeyamaKurd – Hemasê piştî radestkirina koma yekem a girtiyên îsraîlî ya îro, dema serbestberdana koma duyem a girtiyan jî diyar kir.
Berpirsekî pilebilind ê Hemasê ku di danûstandinan de beşdar bû, ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Ajansa Nûçeyan a Fransî (AFP) re diyar kir ku koma duyemîn a girtiyan dê êvara şemiya bê di çarçoveya rêkeftina agirbestê ya berdewam de were berdan.
Rayedarî amaje bi wê yekê jî kir ku biryar e ku ev berdan di roja heftemîn a pêkanîna agirbestê de pêk were.
Bendewarî ew e ku di di berdêla berdana 3 girtiyên xwe yên jin de, Îsraîl dê 90 girtiyên filistînî berde ku ji wan 69 jin û 21 xortên ciwan in.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Ji Hemasê re pêsnûmaya agirbesta 40 rojî û pevguhertina dîl û girtiyan
28 sbt 2024
Rojhilata Navîn
Artêşa Îsraîlê: Berpirsê darayî yê Hemasê hat kuştin
25 brf 2025
Cîhan
Di hilbijartinên Iraqê de Duhok bû yekemîn, Hewlêr jî duyemîn
12 mjd 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin