Hemasê 3 dîlên din ên Îsraîlî azad kir
15 sibat 2025 16:32
PeyamaKurd – Di çarçoveya rêkeftina li gel Îsraîlê, Hemasê îro roja Şemiyê 3 dîlên din ên Îsraîlî radestî tîmên Xaça Sor kirin li Xan Yûnisê li Xezeyê.
Berdana rehîneyên Îsraîlî yên bi navê Saşa Troufanov, Sagui Dekel-Chen, û Iair Horn bi hevkariya Hemas û Cîhada Îslamî, li Xan Yûnisê, li nêzî mala serokê Hamasê yê kuştî Yahya Sinwar pêk hat.
Li hemberî vê yekê Îsraîl amadekariya azadkirina 369 girtiyên Filistînî di çarçoveya koma 6an de dike ku qonaxa dawî ya qonaxa yekem a rêkeftina agirbestê ye.
3 rehîneyan, di daxuyaniyên bi zimanê Îbranî de, daxwaza temamkirina qonaxên agirbestê û vegera hemû rehîneyan bo welatên wan kirin, yekî ji wan tekez kir ku “Dem ji bo yên mayî diqede.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Hemasê 13 dîlên Îsraîlî û 7 dîlên biyanî berdan
26 mjd 2023
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin