Helîkoptereke artêsa Iraqê li sînorê qezaya Xurmatû ket xwarê

29 tîrmeh 2021 14:11
Helîkoptereke artêsa Iraqê li sînorê qezaya Xurmatû ket xwarê

PeyamaKurd – Helîkoptereke artêşa Iraqê, li sînorê qezaya Xurmatû, ket xwarê û di encamê de stafa helîkopterê ku ji 5 kesan pêk dihat, can dan.

Îro Pêncşemê serê sibehê, di saet 02:45 de li nêzîk gundê Cerdaxlî yê ser bi bajarokê Amirlî ve bûyer qewimî.

Qaymeqamê Xurmatû Hesen Zeyn Abdîn diyar kiriye, komîteyeke lêkolînê hatiye pêkanîn û derbarê bûyerê de lêkolînan destpê kiriye.

Hesen Zeyn Abdîn daye zanîn: “Bûyer li nêzîk baregeheke Heşda Şeibî çêbûye û biryar e şandeke balafirvanî ya Hêza Esmanî ya Iraqê û komîteya lêkolînê bi serokatiya Fermandarê Hêza Esmanî ya Iraqê bigîhên cihê bûyerê.”

Şaneya Ewlekariyê ya Iraqê jî li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir û tê de nasnameya kesên di bûyera ketina helîkopterê de can dane, eşkere kir.

Li gor daxuyaniyê, pênc kesên bi navê Osame Tariq û Elî Fazil (balafirvan), Luey Hatem Ferhan, Esîr Faîz Îbrahîm û Wesam Elî Sefîh bi pileya cîgirê efser, di bûyerê de can dane.