Helîkoptera vemirandina agir ket: 2 kes mirin

31 berfanbar 2021 03:35
Helîkoptera vemirandina agir ket: 2 kes mirin

PeyamaKurd – Li Amerîka Latînî li welatê Arjantînê 21 roje ku agirê şewata daristanan dewam dike û dixwazin bi helîkopteran agir vemirînin. Lê îro helîkopterekî vemirandina agir ket û tê de 2 kes mirin.

Helîkopter li eyaleta Neuquenê li herêma Patagonia yê ket. Her dû kesên ku di helîkopterê de mirine pîlot û makînîstê wê ne. Dibe sedema ketina helîkopterê ji xetayê ajotinê, teknîkî an ji şertên hewayê be.