Helîkoptera Rûsyayê wenda bû

29 gulan 2018 18:30
Helîkoptera Rûsyayê wenda bû

PeyamaKurd- Helîkoptereka Rûsyayê ya Mi-2 nêzî Behra Baltikê ji menzîla radarê derket û wenda bû.

Li gor agahiyan pêwendiya helîkopterê û navendê ji hev qetiya û nema karibûn pêwendî deynin. Di helîkopterê de 3 kes hebûn û têkiliya herî dawî bi sieta Moskovayê di 8.00an de çêbûye.

Li ser mijarê, wezareta bergiriyê ya Rûsyayê di derbarê mijarê de lêkolîn daye destpêkirin. Wezareta halên lezgîn ya Rûsyayê jî tîmên rizgarkirinê şandiye ciyê ku herî dawî jê pêwendî hatiye danîn. Gera li helîkopterê ji hewa û bejayiyê dewam dike.