Hejmara wefat û pêketiyên rojekê yên Covid-19: 1277 pêketî, 14 mirin
19 nîsan 2021 22:15
PeyamaKurd - Wezareta Tendirustuyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1277 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 14 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya îro de eşkere kir, di 24 demjimêrên borî de 1277 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 256 kes li Hewlêrê, 325 kes li Silêmaniyê, 606 kes li Duhokê, 14 kes li Helebceyê, 59 kes li Germiyanê û 17 kes jî li Raperînê ne.
Li Herêma Kurdistanê di nav 24 demjimêran de 14 kesan jî jiyana xwe ji dest dane û 716 nexweş jî baş bûne.
Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinan gihîşt 140 hezar û 573 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 890 kes û heta niha 118 hezar û 168 kes jî baş bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
COVID19 | Hejmara pêketiyên rojekê 14 hezaran derbas kir, 55 wefat hene
25 trm 2021
Jiyan
Tabloya 11ê Nîsanê ya Covid-19 | 237 wefat, 50 hezar û 678 pêketiyên nû
11 nsn 2021
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin