CÎHAN | Hejmara pêketiyên Covid-19 gihîst 74 milyonan
16 berfanbar 2020 20:50
PeyamaKurd - Ji destpêka belavbûna vîrusa koronaya nû Covid-19 heta niha, li seranserî cîhanê hejmara pêketiyan 73 milyon kesan derbas kir û gihîşt nêzî 74 milyon kesan. Herwiha hejmara mirinan jî nêzîkî du milyon kesan dibe.
Li gorî amarên dawî yên malpera Worldmeterê hejmara pêketinên koronayê li seranser cîhanê gihîştiye 73,895,957 kesan, hejmara mirinan jî bûye 1,643,975 kes.
Herwiha heta niha 51,895,579 nexweşên Covid-19 jî baş bûne.
Li gorî amaran li 60 welatên cîhanê hê jî hejmara pêketiyan bilind dibe ku Amerîka, Brezîlya, Tirkiyê, Hindistan û Rûsya serî dikişînin.
Di hejmara mirinan de jî Amerîka di rêza yekem de ye, piştî wê Îtalya, Brezîlya, Meksîko û Rûsya tên.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Koçber
WHO: Pêketiyên Covid-19 û Monkeypox li seranserê cîhanê kêm bûne
07 îln 2022
Koçber
WHO: Hejmara pêketiyên Sewba Monkeypoxê, gihîst 257an
29 gln 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin