Hejmara pêketiyên Korona li Kerkukê gihîst 749 kesan

23 hezîran 2020 16:44
Hejmara pêketiyên Korona li Kerkukê gihîst 749 kesan

PeyamaKurd – Hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine li Kerkukê gihîşt 749 kesan.

Berdevkê Fermangeha Tenduristiya Kerkukê, Dr. Saman Yabe gotiye, ji destpêkê heta niha 749 kes li Kerkukê bi vîrusa Koronayê ketine.

Dr. Saman Yabe her wiha got, 212 kes ji wan baş bûne û 27 kesan can daye, 510 kes hîn li nexweşxanê de ne.

Berdevkê tenduristiya Kerkukê da zanîn, do li Kerkukê 39 kes bi Koronayê ketin, 2 kesan can da û 18 kes jî baş bûn.