Li Mêrdînê hejmara pêketiyên koronayê gihîst 5 hezar kesan

20 tîrmeh 2020 17:50
Li Mêrdînê hejmara pêketiyên koronayê gihîst 5 hezar kesan

PeyamaKurd – Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê ya şaxê Mêrdînê (SES) ragihand ku li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê  hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê nêzî 5 hezaran bûye û herwiha 200 karmendên tenduristiyê jî pê ketine ku nexweşxane tije bûne. 

Di daxuyaniya SESê ya şaxê Mêrdînê de amarên dawî yên koronayê li bajêr hatin belavkirin ku di daxuyaniyê de tê gotin, bi pêvajoya asayîbûnê re li bajar birêvebirina bi awayekî bê kontrol rewşa koronayê hatiye destpêkirin.

SESê ragihand, hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê li Mêrdînê nêzî 5 hezaran bûye, 200 karmendên tenduristiyê jî pê ketine û nexweşxane tije bûne.

Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê herwiha diyar kir ku amarên wan û yên Wezareta Tenduristiyê hevdu nagirin.