Hejmara pêketiyan gihîst 33 hezar û 685 kesan: 15 kesên din can dan
PeyamaKurd - Wezareta Tendurustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên dawî yên rewşa vîrusa koronaya nû Covid-19 belav kir.
Wezareta Tenduristiyê ragihand, di 24 saetên borî de 687 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 15 kesan jî can dane.
Li gorî amarên dawî, 687 kes bi vîrûsa Koronayê ketine ku 199 kes li Hewlêrê, 78 kes li Silêmaniyê, 24 kes li Germiyanê, 73 kes li Raperîn, 271 kes li Duhokê û 43 kes li Helebceyê ne.
Herwiha 15 kesan can daye ku ew jî 7 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Raperîn û 2 kes li Duhokê ne.
Amarên giştî wiha ne:
Pêketin: 33.685 (Hewlêr: 13383, Silêmanî: 12947, Duhok: 6240, Helebce: 1116)
Mirin: 1246 (Hewlêr: 465, Silêmanî: 682, Duhok: 80, Helebce: 19)
Başbûn: 21.244 (Hewlêr: 9540, Silêmanî: 8640, Duhok: 2052, Helebce: 1012)
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin