Hejmara xwepêsanderên binçavkirî gihîst 3 hezar û 200 kesan

03 tîrmeh 2023 22:22
Hejmara xwepêsanderên binçavkirî gihîst 3 hezar û 200 kesan

PeyamaKurd – Protestoyên li seranserê Fransayê yên piştî kuştina ciwanê 17 salî ji aliyê polîsekî ve zêdetirî hefteyek e dewam dikin.

Tevî ku polîsê kujerê Nael M hatiye girtin û saziya polîs a Fransayê lêborîn ji malbatê xwestiye jî protestoyên ku bûne sedema wêrankariyê li Fransayê ranawestin.

Heta niha di xwepêşandanan de gelek navendên polîsan û saziyên fermî hatine şewitandin û protesto li Belçîka û Swîsreyê jî belav bûne.

Li gorî zanyariyên fermî yên dawî heta niha nêzîkî 3 hezar û 200 kes hatine binçavkirin û zêdetirî 700 polîs jî di protestoyan de birîndar bûne. Herwiha 250 navendên polîsan jî rastî êrîşan hatine.

Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin da xuyakirin ku piraniya kesên hatine binçavkirin temenê wan li dor 17 saliyê ne.

Berî niha jî Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bang li malbatan kiribû zarokên xwe dûrî protestoyan bikin.