Hejmara mirinan gihîst 5 hezar û 613 kesan

27 tîrmeh 2020 03:15
Hejmara mirinan gihîst 5 hezar û 613 kesan

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Tirkiyê amarên 24 saetên dawî yên vîrusa koronayê eşkere kir.

Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca ragihand, 927 pêketiyên nû yên vîrusa koronayê li seranser Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine tomarkirin û 17 kesan jî can daye.

Li gorî daxuyaniyê 40 hezar û 16 pişkinînên nû hatine kirin û 927 pêketiyên nû hatine tomarkirin ku 17 kes mirine û 1.010 kes jî ji nexweşiya koronayê jî baş bûne.

Bi vî awayî heta niha 226 hezar û 100 kes li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, bi nexweşiya koronayê ketine, 209 hezar û 487 nexweş baş bûne û 5.613 kesan jî can daye.

Yeni vaka sayımız, son günlerdeki ortalamasında. İyileşen hasta sayımızla yeni vaka sayımız arasındaki fark düne yakın. Yoğun bakım, entübe ve riskli gruptaki hasta sayımız yaklaşık aynı düzeyde seyrettiği için vefat sayıları birbirine yakın gerçekleşiyor