Hejmara kesên ji ber êrîsa terorê ya li Moskovayê hatin desteserkirin derket 9an

30 adar 2024 12:30
Hejmara kesên ji ber êrîsa terorê ya li Moskovayê hatin desteserkirin derket 9an

PeyamaKurd – Hejmara kesên têkildarî êrîşa terorê ya li salona konserê ya "Crocus City Hall" a li Moskovaya paytexta Rûsyayê hat lidarxistin, derket 9an.

Yek ji gumanbarên ku di êrîşa terorê ya êvara 22ê Adarê de hatibûn desteserkirin, li Dadgeha Basmanniyê derxistin pêşberî dadger û biryar hat dayîn ku Nazrimad Lutfulloi ê bi eslê xwe Tacîkistanî û bi sûcdariya beşdarî êrîşa terorê bûye, bê desteserkirin û heta 22ê Gulanê di girtîgehê de bimîne.

Hat diyarkirin ku Lutfulloi roja piştî êrîşa terorê di dema lêpirsîna nasnameyan da li nêzî avahiya Şaredariya Crocusê li hemberî polêsan li ber xwe da hat girtin.

Dadgehê biryar da ku welatiyên Tacîkistanê Dalercon Mirzoyev, Saidakram Murodali Rachabalizoda, Feriduni Şemsidîn û Mihemedsobîr Feyzov, ku di nav bergumanên ku rasterast êrîş pêk anîne û gumanbarên din, birayên Aminçon û Dilovar Islomov û bavê wan Isroil Islomov û welatiyê Rûsyayê Alîsher Kasimov ê bi eslê xwe Qirgizîstanî ye, biryar hatibû dayîn ku heta 22ê Gulanê di girtîgehê de bimînin.