Hecî Mehmûd: Ti bahaneya pasxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nîne!

26 sibat 2023 14:07
Hecî Mehmûd: Ti bahaneya pasxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nîne!

PeyamaKurd - Serokê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmûd, li ser careke din paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê got ku ti behaneyek ji bo paşxistina hilbijartinan nîne.

Mihemed Hacî Mehmûd ji K24ê re daye xuyakirin, tiştê ku Kurd pê şanaziyê dikin, lidarxistina hilbijartinan e, ti behane nîne ku roja hilbijartinan neyê diyarkirin, sedema wê jî ew e ku hinek alî hene xwe ji encamên hilbijartinan diparêzin.

Serokê PSDKê diyar kir: “Her kes dibêje em alîgirê hilbijartinan e, lê dema mijar tê warê praktîkê, piraniya wan ne bi encamdana hilbijartinan re ne û pirsgirêkan çêdikin.”

Mihemed Hacî Mehmûd da zanîn: “Niha mijar tê ser Pêkhateyan. Ez difikirim ku divê ew bihêlin ku ew bi xwe 11 kursiyên xwe hilbijêrin.”

Serokê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê destnîşan kir: “Bi min baş e Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinan bibe yek bazne û guhertin di Komîsyona Hilbijartinan jî çêbibe.”