Hecî Mehmûd: Pêwîste soza Biden ya ‘Serxwebûna Kurdistanê bo Serok Barzanî' bînin bîra wî
PeyamaKurd - Sekreterê Partiya Sosyalist a Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd li ser serkeftina Joe Biden a seroktiya Amerîkayê da zanîn ku beriya niha Biden ji Serok Barzanî re gotibû ku di temenê xwe û Serok Barzanî de, kurd dibin xwedî dewlet, niha jî pêwîst e wê gotinê bînin bi bîra Biden.
Li gorî K24ê Mihemed Hecî Mehmûd got:” Dabeşkirina Iraqê bi ser sê herêman ku berî niha Biden behsa wê kiribû, çareserkirina arîşeyên Iraqê ye û gerek ev nexşeya han jî bînin bîra Biden.”
Mihemed Hecî Mehmûd diyar kir, “Li Iraqê gelek arîşe hene. Li ser deyaya petrolê ye û nikare mûçeyan bide xelkê xwe. Niha Iraqê ne dewlet e û di rewşeka xerab de ye. Ew jî vedigere newekhevîyê ku alîyek dixwaze dest bi ser hemû Iraqê de bigire.”
Mehmûd destnîşan kir: "Berî niha Joe Biden bi xwe ji Cenabê Kak Mesûd Barzanî re gotibû ku di temenê min û te de, kurd dê bibin xwediyê dewletê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin