HDPê têkildarî dirûsmeyên "darvekirina Selo" daxuyanî da
30 gulan 2023 12:33
PeyamaKurd – HDPê bertek nîşanî şermezarkirina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a li ser hevserokê berê yê HDPê yê girtî Selahattîn Demîrtaş û dirûşmên darvekirinê da.
Erdogan ku li Qesrê bi 'axaftina eywanê' serketina xwe ya hilbijartinê pîroz kir, Demîrtaş weke 'terorîst' bi nav kir û kesên li qadê bi qêrîn 'îdamkirina Selo' daxwaz kirin.
Li ser vê yekê daxuyaniya HDPê wiha ye:
“Erdoganê ku di axaftina xwe ya piştî hilbijartinan de Demîrtaş tahf kir û dirûşmên nefretê berz kirin, bila bizane ku ev gefên vala nikarin me û hevalên me yên ku bi bêhiqûqî rehîn hatine girtin ji rêya me dûr bixin. Em ê li ser rêya xwe bimeşin, em ê azadî, demokrasî û aştiyê bînin vî welatî.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Ziya Pîr têkildarî wendakirina dengên HDPê daxuyaniyeke balkês da
10 hzr 2023
Cîhan
Dadgehê 8 sal û 9 meh ceza da parlementera berê ya HDPê Semra Güzel
04 mjd 2025

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin