HDP-YSP: Em ê di Komara Demokratîk de israr bikin!
PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti), encamnameya civîna meclîsên partiyê li ser nirxandina pêvajoya hilbijartinên 14ê Gulanê ku rojên 6-7ê Hezîranê li Enqereyê hate lidarxistin, ragihand.
‘Rêya Sêyemîn û israra bo Komara Demokratîk’
Di encamnameyê de tê gotin ku xwerexnekirineke rastîn bo encamên hilbijartinan pêdiviyeke girîng e bo wan û hate diyarkirin, ew dê ji bo ji nû ve sazkirina partiyê ji navendê ber bi herêman ve guftûgoyên berfireh bikin.
Di beşeke encamnameyê de hatiye gotin ku ew dê siyaseta xwe ya ‘rêya sêyemîn’ û ‘pêkanîna Komara Demokratîk’ berdewam bikin û di vê siyasetê de jî bi israr bin.
‘Aqilê dewletê stratejiyeke nû daye ber xwe’
Herwiha HDP/YSPê ragihandiye ku ‘Di serdema nû de, aqlê dewletê stratejiyeke dualî ya nû daye ber xwe’ û bêyî behsa HUDA PARê bê kirin hate gotin, dê dewlet hem di polîtîkayên xwe yên heyî de israr bike, li aliyekî jî bi ser pêkhateyên din de, hewl bide hêza me ya siyasî ya li herêmê bişkîne.
Di dewamê de jî hat gotin: “Aqilê dewletê bi vê veberhênana xwe ya siyasî-sosyolojîk, wekî ku bi eşkereyî deshilatdarî dibêje, armanc dike ku gelê Kurd bi rêbazên cuda teslîm bigire.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin