Ermenistan: Em difikirin îtirafê li serxwebûna Komara Qerebaxê bikin
PeyamaKurd – Li demeke ku şerê Azerbaycan û Ermenistanê li ser herêma Qerebaxê berdewam dike, Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan ragihand ku ew difikirin îtirafê li serxwebûna Komara Qerebaxê bikin.
Paşinyan ji medya Rûsî re daye xuyakirin, ew dijî wê yekê ne ku hêza aştiyê ya ji derve li Qerebaxê were bicihkirin û got, ew li ser naskirina serxwebûna Komara Qerebaxê ku di sala 1992yan de yekalî hatiye ragihandin difikirin.
Paşinyan ji ajansa TASS re gotiye, naskirina serxwebûna Qerebaxê di rojeva wan de ye û hevdem îhtimala ku hevkariya leşkerî jî bihevre bikin heye.
Hêjayî bibîrxistinê ye serxwebûna Komara Qerebaxê heta niha ji aliyê ti welatekî ve bi fermî nehatiye naskirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin