HDP: Heger neyên berdan wê meha Îlonê dorpêç li ser Tirkiyê bên sepandin

08 hezîran 2023 22:33
HDP: Heger neyên berdan wê meha Îlonê dorpêç li ser Tirkiyê bên sepandin

PeyamaKurd - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi peyamekê daxwaza demildest berdana hevserokên berê yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag kir û peymanên navnetewî yên Tirkiyeyê îmze kirine bibîr xist.

HDPê ragihand ku heger Demirtaş û Yuksekdag beravajî biryarên peymanên navdewletî heta meha Îlona 2023yan neyên berdan, dê dorpêçên nû li ser Tirkiyeyê bên sepandin.

HDPê got, "Dev ji siyaseta rehînekirinê berdin, hevalên me serbest berdin."