Kurdistan û Bexda li ser dana mehaneyên xebatkarên Kurdistanê di rêya bankayan de bikin lihev kirin
PeyamaKurd – Wezîrê darayî û aboriyê yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab ragihand ku Kurdistan û Bexda li ser dana mehaneyên xebatkar û xaneşînên Kurdistanê ji aliyê Bexdayê de, hukumeta Bexdayê bi awayekî giştî qebûl kiriye. Serokê komisyona darayî yê parlementoya Iraqê Atwan Atwanî jî weha ragihand:
“Mehaneyên xebatkarên Herêma Kurdistanê ji bo di rêya bankayan de bidin, me li hev kir.”
Wezîr Awat Şêx Cenab îro ji bo wezîrê darayî yê Iraqê bi Taîf Samî re û komîsyona darayî ya parlementoya Iraqê re li hev bike, çû Bexdayê. Li ser hevdîtina bi 4 seetan Awat Şêx Cenab ji bo çapemeniyê got:
“Em bi giştî gihan encama bê çawa mehaneyên xebatkar û xaneşînên Herêma Kurdistanê çareser bibin, ji xerckirinên pratîk û ji mijarên siyasî dûr bihêlin. Me jimara xebatkarên bi mehane dixebitin bi zelalî da hukumeta Bexdayê û terefê Bexdayê jî vêya qebûl kir.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin