HDP: Êrisa Tirkiyê ya li dijî Rojavayê destkeftiyên gelê Kurd armanc digire

10 cotmeh 2019 09:42
HDP: Êrisa Tirkiyê ya li dijî Rojavayê destkeftiyên gelê Kurd armanc digire

PeyamaKurd - Hevserokên HDPê, êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê rexne kirin û gotin ku ew êriş, destkeftiyên gelê Kurd armanc digirin.

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezai Temelli di daxuyaniya xwe de ragihandin, “Hikûmeta AKPê û MHPê li ber çavên cîhanê, hemû yasayên navdewletî binpê kirin û dest bi leşkerkêşiya ser bakûr û rojhilatê Sûriyê kir.

‘ÊRIŞ DESTKEFTIYÊN GELÊ KURD DIKIN ARMANC’

Perwîn Buldan û Sezai Temelli di daxuyaniya xwe de aşkerekirin ku ew bi tundî wê êrişa Tirkiyê şermezar dikin ku destkeftên Rojava û gelê Kurd dikin armanc û herwiha diyar kirine ku ew êriş bingeha demokrasiya Tirkiyê armanc digire.

‘DESTHILATA TIRKIYE JI BO PARASTINA XWE OPERASYONÊN DERVEYÎ SÎNOR DEST PÊ KIRIN’

Hevserokên HDPê dibêjin: “Desthilata Tirkiyê ji bo parastina desthilata xwe operasyonên derveyî sînor des tpê kirine û berê jî êrîşên bi wî awayî di nava axa xwe de kiriye ser demokrasî û hevahengiya navbera pêkhateyan.”

Hevserokên HDPê diyar dikin, “Ev şer bi piştîvaniya paşmayiyên DAÎŞê dest pê kiriye, bê du dilî ew li dijî wî şerî ne.”