Hamas: Heger Îsraîl girtiyên Filistînî berde, em ê jî dîlan berdin!

30 cotmeh 2023 03:59
Hamas: Heger Îsraîl girtiyên Filistînî berde, em ê jî dîlan berdin!

PeyamaKurd- Berdevkê Lîwaya Îzzeddîn El-Qassam, baskê leşkerî yê Hamasê Ebû Ubeyde ragihand ku heger Îsraîl girtiyên Filistînî berde, ew ê jî dîlgirtiyên di destên xwe de serbest berdin.

Ebû Ubeyde daxuyaniyek da û diyar kir ku di destên wan de gelek dîlgirtî hene û wiha got, "Heger Îsraîl girtiyên Filistînî berde, em ê dîlgirtiyên di destên xwe de serbest berdin.”

Ubeyde bi berdewamî got, “Heger dijmin bixwaze dosyaya girtiyan bi yekcarî bigire, em amade ne. Heger bixwaze gav bi gav biçe, em ji bo wê jî amade ne.”