Hakan Fidan Newroza Serokê Herêma Kurdistanê pîroz kir
22 adar 2024 16:36
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, bi peyamekê Newroza Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîroz kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Hakan Fîdan di peyama xwe de hêvîya saleke aram, tendurist û baş kiriye.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di nameya Fîdan de wiha hatiye gotin: “Birêz Serok, dostê min ê ezîz, ez cejna we ya Newrozê pîroz dikim ku sembola berxwdêrî, aştî, jiyana xwezayî û saleke nû ye û keveşopiyeke me ya hevpar e.”
Serokatiyê destnîşan kir, Hakan Fîdan di nameya xwe de, “Hêvî kiriye ku ji bo aramî û aştiya herêmê hevahengî û hevbeşiya her du aliyan xurttir bibe.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Hakan Fidan re hevdîtin kir
30 trm 2024
Cîhan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêswazî li Hakan Fîdan kir
24 tbx 2023
Jiyan
Hakan Fidan serokê koalîsyona Siyade Xemîs Xencerî qebûl kir
28 cot 2025

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin