Hakan Fidan li Munihê bi wezîrên karên derve yên DYA û Almanya re hevdîtin kir

14 sibat 2025 23:31
Hakan Fidan li Munihê bi wezîrên karên derve yên DYA û Almanya re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan li Almanya li bajarê Munihê di konferansa ewlehiyê ya 61em de, bi wezîrên karên derve yên DYA û Almanya re hevdîtin kir.

Fidan, di hevdîtina bi wezîrê karên derve yê DYA Marco Rubio re, li ser mijarên sanayiya bergiriyê, Sûriye, Xezza û şerê Rûsya-Ûkraynayê axifî. Fidan her weha di mijara têkoşîna bi DEAŞê re, ramanên Tirkiyê bi Rubio re parvekir.

Hakan Fidan her weha li bajarê Munihê bi wezîra karên derve ya Almanya bi Annalena Baerbock re jî civiya. Mijarên ku her dû wezîr li ser wan axifîn nehatin ragihandin.

Di serê siba zû de, Hakan Fidan di çarçova konferansa Munihê de bi wezîrê karên derve yê Îngîltere bi David Lammy re civiya bû.