Hakan Fîdan: Em amade ne berpirsiya garantoriyê bigrin ser xwe!

01 mijdar 2023 23:03
Hakan Fîdan: Em amade ne berpirsiya garantoriyê bigrin ser xwe!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê di civîna hevpar a ligel hempîşeyê xwe yê Îranê Huseyîn Emir Ebdullahyan de, bal kişand ser şerê Îsraîl û Hemasê û got ku Tirkiye ji bo cîbicîkirina lihevkirineke navbera aliyan, amade ye berpirsiya garantoriyê bigre ser xwe.

Hakan Fîdan, Yekîtiya Ewropa rexne kir ku ji bo Ukrayna û Filîstînê cuda tevdigere û got, ‘Yekîtiya Ewropa naxwaze peyva agirbestê bibihîze.”

Herwiha Hakan Fîdan ji bo çareserkirina pirsa Filîstîn-Îsraîlê jî diyar kir ku ew difikirin çareseriya herî baş lidarxistina Konferansa Aştiyê ya Navnetewî ye û got, “Ji bo Filîstîn jî Îsraîl jî bigihe aramiyê rêya herî baş çareseriya du dewletî ye.”