Hakan Fidan bi Antony Blinken re di rêya telefonê de axifî

06 tebax 2023 01:34
Hakan Fidan bi Antony Blinken re di rêya telefonê de axifî

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken re di rêya telefonê de axifî. Li gor ragihandina wezaretê; axaftin li ser daxwaza Blinken hatiye kirin.

Di axaftinê de li ser pêşdeçûnên başûrê Qafkasyayê, pêvajoya normalîzebûna têkiliyên navbera Azerbeycan û Ermenistanê, geşkirina korîdora dexlê ya Derya Reş, ewlehiya Derya Reş û firehkirina NATOyê axifîn.